Skip to main content
Görsel
Gece afişi kürtçe
20 May 2023
     
18:00 - 00:00
     
Paroisse réformée française de Berne - CAP Centre d'accueil paroissial, Predigergasse 3, 3011 Bern

Werin em di Şeva Hevgirtinê de Bicivin!

 

Wekî kolektîfek Pangea, me rêxistina xwe di bin şert û mercên pandemiya ku cîhan dorpêç kir de ava kir, piştî nîqaşên teorîk û siyasî yên bi mehan  me rêxîstina xwe ava kir.


Me bi lez dest bi xebatên rêxistinê kir û di demeke kin de me rêyeke dûr û dirêj derbas kir. Bi saya tora çalakiyên di navbera kantonan de ku me ava kiriye, ji kampên penaberan heta lêgerîna mafan, me bi hemû encamên rewşên penaberiyê re bi biryardarî têkoşîn da. Em li dijî Frontex, di xwepêşandanên StopDublin û 1’ê Gulanê de li kolanan bûn.


Di vê heyamê de me kurs, atolye, panel, pîknîk û kamp li dar xist. Me li kantonan civînên nasînê pêk anîn. Me hewl da ku em xwe bigihînin raya giştî ya herî berfireh a penaberan.


Niha em yekem şeva xwe ya piştevaniyê ya navendî organîze dikin. Em bi heyecan in
 
Em koçber di têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên demokratîk, li dijî pêkanînên antîdemokratîk û avakirina jiyana xwe ya azad de ne bi tenê ne! em hene!


Em ne bi tenê ne! Tevlîbûna we ya şeva me ya hevgirtinê ya ku bi dirûşmeyan tê organîzekirin wê hêzê bide me. Werin em bi hev re bi dengekî bilind biqîrin!

Hûn dikarin bi me re têkilî daynin da ku bilêtên têketina şeva meya hevgirtinê bistînin. Di şevê de dê konserên muzîkê, pêşandanên slayd û axaftinên kurt, firotana xwarin û vexwarinê werin firotandin.


Hejmarên têlefonê ji bo têkiliyê:
+41 76 434 00 17
+41 79 171 40 68